Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê ji 4 milyar û 310 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin

Sümeyye Dilara Dinçer  | 05.08.2021 - Rojanekırın : 06.08.2021
Li dinyayê ji 4 milyar û 310 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin

Ankara

 Li tevahiyê dinyayê ji 4 milyar û 310 milyon dozî zêdetir aşiya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hat lêxistin.

Li gor daneyên "Ourworldindata.org"a daneyên aşiya Kovîd-19ê berhev dike, li Çînê milyarek û 730 milyon doz aşî hat lêxistin.

489 milyon û 342 hezar doz li Hindistanê, 348 milyon û 100 hezar doz li Amerîkayê, 147 milyon û 210 hezar doz li Brezîlyayê, 93 milyon û 750 hezar doz li Almanyayê, 92 milyon û 340 hezar doz li Japonyayê, 85 milyon û 660 hezar doz li Îngiltereyê, 75 milyon û 280 hezar doz li Fransayê, 74 milyon û 634 hezar doz li Tirkiyeyê, 70 milyon û 130 hezar doz li Îtalyayê, 70 milyon û 470 hezar doz li Endonezyayê, 68 milyon û 830 hezar doz li Meksîkayê, 64 milyon û 280 hezar doz li Rûsyayê û 57 milyon û 650 hezar doz li Îspanyayê aşî hat lêxistin.

Li dinyayê aşiya Kovîd-19ê ya li gel xistin ji 4 milyar û 310 milyonî derbas bû.

- Tirkiye di aşiyê da ket rêza 9an

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyeyê hetanî niha 74 milyon û 634 hezar û 381 doz aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.

Tirkiye li dinyayê di aşiyê da kete rêza 9an. Li welêt 41 milyon û 377 hezar û 164 kes doza ewil a aşiyê, 27 milyon û 895 hezar û 184 kes doza duduyan a aşiyê bûn.

Li gor agahiyên "Worldometers" daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyan ji 201 milyon û 65 hezarî derbas bû, 4 milyon û 271 kes jî ji ber vîrusê mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın