Dinya, Spor

Di Tokyo 2020î da Mete Gazoz madalyaya zêrîn qezenc kir

Emrah Oktay  | 31.07.2021 - Rojanekırın : 01.08.2021
Di Tokyo 2020î da Mete Gazoz madalyaya zêrîn qezenc kir

Tokyo

Di roja 8an a Lîstikên Olîmpiyatê ya Tokyo 2020î da Mete Gazozê tîrkevanbaz di fînalê da 6-4 ji Mauro Nespoliyê Îtalyan bir û madalyaya zêrîn qezenc kir.

Mete Gazoz di tura ewil a Qada Tîrkevanê ya Yumenoshimayê yê 29ê tîrmehê hat lidarxistin da pêşiyê Jeff Henckelsê ji Luksemburê têk biribû û di tura duduyan da jî Ryan Tyackê ji Awsitralyayê têk biribû.

Tîrkevanbazê neteweyî di 16 turên dawîn da ji Taylor Waortê ji Awistralyayê bir derkete fînala çaryekê. Mete Gazozê 22 salî di vê turê da jî ji Brady Ellisonê ji Amerîkayê bir û derkete nîvefînalê.

Mete Gazoz di nîvefînalê da jî Takaharu Furukawayê ji Japnyayê têk bir û derket fînalê. Gazoz di fînalê da ji Mauro Nespoliyê Îtalyan bir û madalyaya zêrîn qezenc kir.

Mete Gazoz li hemberî reqîbê xwe yê şampiyonê Ewropa û dinyayê baş dest bi pêşbirkê nekir. Di seta ewil da Mete 26 puan sitand, reqîbê wî 29 puan sitand û Mete 2-0 li paşiyê ma. Di seta duduyan da pêşbirk 28-28 berambere xilas bû û her pêşbazekî puanek sitand.

Di seta 3yan da Mete 27-26 li pêşiyê ket û skora giştî bû 3-3. Di seta 4an da puan bûn 29-29 û skor 4-4 xilas bû.

Ji bo eşkerekirina şampiyon di tura 5an da Mete 9, Nespolî jî 8 lê xist. Herdu tîrkevanbazan jî di tîra duduyan da 10 puan sitand. Di tîrên dawîn da mete 10 puan sitand û 6-4 li pêşiyê ket û madalyaya zêrîn heq kir.

Nespolî madalyaya zêrîn, Takaharu Furukawayê ji Japonyayê jî madalyaya bronz qezenc kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.