Emrah Oktay
07 Tebax 2021•Rojanekirin: 09 Tebax 2021
Di roja 15an a Lîstikên Olîmpiyatê ya Tokyo 2020ê da Ugur Aktaş di kareteyê da derketibû nîvefînalê madalyaya bronz qezenc kir.
Ugur Aktaşê di +75 kîloyî da li Nîppon Budokanê têkoşîna kareteyê dida derket nîvefînalê madalya qezenc kir
Ugur Aktaş Gogita Arkaniayê ji Gurcistanê 3-1 têk biribû û di misebeqeya duduyan da li hember Ryutaro Aragayê ji Japonyayê dabû der. Aktaş bi Daniyar Yuldashevê ji Qazaxistanê ra derket rîngê û jê bir û bi vê encamê derket nîvefînalê.
Ugur di nîvefînalê da bi Sajad Ganjzadehê ji Îranê ra derkete ser dikê û têk çû û madalyaya bronz qezenc kir.
Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê jî misebeqe li salonê temaşe kir.