Nihat Kavşut
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Ji Deklarasyona Stenbolê ya zîrweya welatên Îslamî : "Em îlan dikin ku Dewleta Filistînê ya paytextê wê Qudsa Rojhilat e nas dikin."
Piştî zîrweya welatên Îslamî Deklarasyona Stenbolê hat dayîn û Qudsa Rojhilat wek paytextê Dewleta Filistînê hat naskirin.
Di encamnameya civîna welatên Îslamî de wiha hat ragihandin: "Em biryara Serokê Amerîkayê bi tundî red û şermezar dikin.
"Em bangî dinyayê dikin ku Qudsa Rojhilat wek paytextê Dewleta Filistînê ya dagirkirî nas bikin."
Ji Deklarasyonê "Eger Konseya Ewlehiyê ya NYê der barê Qudsê da hereket neke, em amade ne ku vê îxlala giran bibin Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY).