TBMM
Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya TBMMê bi îmzeya hemû nûnerê partiyên siyasî ve danezan weşand û di danezanê de biryara dardakirinên li Misrê bi tundî hat şermezarkirin. Di belavokê de hat diyarkirin ku beriya her tiştî dixwazin ku înfaza biryarên dardakirinê bên sekinandin.
Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya TBMMê cara ewil di Awahiya Têkiliyên Gel ya nû de civiya.
Parlementerê AK Partiyê yê Sakaryayê Ayhan Sefer Unal, di destpêka civînê de êrîşa ku li Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hat kirin şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîşa li hemberî demokrasî û siyasetê hat kirin.
Di civînê de li ser pêşniyarên li ser biryarên dardakirinên li Misrê sekinîn.
Parlementerê CHPyê yê Enqereyê Levent Gok got ku biryarên dardakirinê li ser civakê tehrîbatê dike û wiha dewam kir: "Biryara dardakirinan civakê ji hev vediqetîne û dibe sedema birinên bêderman. Pergala edaleta Misrê divê li ser biryarên dardekirinê careke din bifikire. Hewcedariya gelê Misrê bi vê heye."
Parlementerê AK Partiyê yê Îzmirê Hamza Dag jî li ser biryarên dardekirinan wiha got: "Biryara dardekirinan bi temamî siyasî ye û rûreşiya mirovahiyê ye. Armanca vê biryarê ew e ku çavên kesên li dijî derbeyê bitirsînin.
Parlementerê Tokatê yê MHPyê Reşat Dogru jî wiha got: "Ne tenê ji bo biryarên dardekirinê yên li Misrê hat dayîn, dîve komîsyon ji bo Sûriye, Iraq, Ukrayna, Dogu Turkistan, Karabag û Tirkên Ahiskayê jî dengê xwe bilind bike. Li hemberî pirsgirêkên li van deran jî divê em bertek nîşan bidan.
Parlementerê Edeneyê yê BDPê Murat Bozlak anî ziman ku derên ku jê re dibejin dadgeh, tu eleqeya wê bi edelet û dîn re tuneye. Ev biryara bi daxwaza derbekeran hat girtin û biryar derveyî mirovahiyê ye. Bi vê biryarê ve sûcê mirovahiyê hat kirin.