29 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ANKARA
Alîkarê Serokê Meclisa Bilind a Eşîr û Qebîleyên Sûrî Şêx Rafî Ukla er-Raco got ewê li hember rêxistina terorî PYD/PKKê ya ku axên ereb li ser dijîn dagir kirine serî hildin.
Racoyê ku ji bo hin hevdîtinan bike li Enqereyê ye daxuyanî da AAyê û got: "Me meclis ji bo ku em ereban ji rêxistinên terorî biparêzin ava kir. Em hemû eşîrên ereban ên li welêt temsîl dikin. Emê li Enqereyê kongreyeke berfireh a ku nûnerên eşîran ên ku ji Iraqê jî bêşdar bin, li dar bixin."
Raco destnîşan kir ku PYD/PKK dixwaze nasnameya ereban a Sûriyeyê ji holê rake.
Der barê serokên eşîran ên ereb yên ku di nav refên PYD/PKKê da ne jî wiha axivî: "Hin erebên ku bi pereyan girtine kincên şêxan li wan dikin û wek şêxên ereban didin nasandin. Ev Serokê SMDKyê Ahmet Carba û hevserokê qaşo kantona Cezîreyê ya PYDyê Humeydî Dehham el-Hadî ne. Ji DEAŞê jî xirabtir in. Ev ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî beşdarî PYDyê bûn. Bi tenê xwe temsîl dikin."
Raco anî ziman ku gelê kurd û ereb bi sed salanin bi hev ra dijîn û di navbera wan de tu pirsgirêk tune.
Raco got ew bi eşîrên li Sûriye û Iraqê re hevdîtinan dikin û wiha dewam kir: "Em amade ne ku li hember DEAŞ, PKK , PYD, YPG û rejima Esed şer bikin. Li ser qismekî mezin axên Sûriyeyê em hene. Kî piştgiriyê dide wan bila bide, li hember wan dar û berek be jî emê şer bikin. Emê li hember PYDyê serî hildin. Emê li hember rêxistinê şer bikin."