PARÎS/CÎDDE
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Kerry li balyozxaneya Amerîkayê ya li Parîsê der heqê mudaxaleya li Sûriyê de bi hin nûnerên dewletên ereban re hevdîtin pêk anî û da nîşan ku ew gelek mucid in. 9 wezîrên karên derve yê dewletên ereban beşdarî cîvînê bûn.
Kerry di hevdîtinê de pêşî bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê bi Nebîl Fehmî re civiya.
John Kerry di hevdîtinê de anî ziman ku Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê dîmenên ku rejîma Sûriyê çekên kîmyewî bikaranîye ji endamên kongreyê re belav kirin û di wan dîmenan de bikaranîna çekên kîmyewî bî awayekî zelal dixuye.