Önder Beyter
29 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ATÎNA
Hat ragihandin ku li Yewnanistanê firokeya cengê ya Hêzên Asîmanî yên Yûnan ku cureya wê Mirage 2000 e, li nêzîkî girava Skopelosê ket xwarê.
Çapemeniya yûnan ragihand ku di kêliya fira perwerdeyê da di motora firokeyê da erizeyeke teknîkî çêbû û herwiha firoke loma ket xwarê. Hat diyarkirin pîlotê ku pergala otomatîk a avêtinê amiland, xilas bû.
Piştî qezayê du helîkopterên Puma ku ji girava Sakiz û Mîdîliyê rabûn, ligel keştiyên li herêmê dest bi xebata lêgerîn û xilaskirinê kirin.