Ruslan Rehimov
10 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2025
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li Abu Dabiya paytextê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban civiyan.
Di daxuyaniya Serokomariya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da Eliyev û Paşînyan li Abu Dabiyê hatin bal hev.
Piştî Şerê Qerebaxê yê 2yemîn bi pêşniyaza rêvebiriya Bakûyê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da mizakereyan dest pê kiribû û di Adara 2025an da jî metna peymana aştiyê hatibû îmzekirin.