Dinya

Sererkaniya Ermenistanê: "Banga îstifayê bi zextê çênebûye"

Elif Irmak  | 25.02.2021 - Rojanekırın : 26.02.2021
Sererkaniya Ermenistanê: "Banga îstifayê bi zextê çênebûye"

Armenia

 Sererkaniya Ermenistanê ragihand ku pozîsyona xwe ya ji bo banga îstifaya Serokwezîr Nîkol Paşînyan teyîd dikin,banga navborî bi zextê çênebûye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniya Ermenistanê da cî dan nirxandinên der barê banga sererkaniyê ya ji bo îstifaya Paşînyan û daxuyaniyên Paşînyan paşê dan.

Di daxuyaniyê da hat destmîşankirin ku banga ku vê sibehê ji bo îstifaya Paşînyan hat kirin bi zextê çênebûye û wiha hat gotin: "Ev yek helwest û tevgera eşkere ya general û serbazên ku tekane armanca wan heye ku di vê dema girîng da ji bo rizgariya welêt xizmetê dikin. Em pozîsyona xwe teyîd dikin. Banga îstifayê bi zextê çênebûye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın