Ruslan Rehimov
09 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2025
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan wê sibê li Abu Dabiya paytextê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban bicivin.
Di daxuyaniya Serokomariya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da Eliyev û Paşînyan wê sibê li Abu Dabiyê bicivin.
Piştî Şerê Qerebaxê ya 2yemîn bi pêşniyaza rêvebiriya Bakûyê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da mizakereyan dest pê kiribûn û di Adara 2025an da jî metna peymana aştiyê hatibû îmzekirin.