27 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
EFRÎN
Li navenda Efrînê ya ku di çarçovaya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan hat paqijkirin gel ji bo gihîşt hizûr û ewledariyê şa dibe.
Li Efrîna ku bi herekata Artêşa Tirkiyeyê dimeşîne ji terorîstan hat paqijkirin, gel rojên zor û zehmet derbas kir û niha dixebite ku vegere jiyana normal.
Efrîniyên ku di binê zext û zilma YPG/PKKyê da rojên zor û bi zehmet derbas kirin û bi mehan ji malên xwe derneketin, piştî ku eskerên Tirkiyeyê herêm ji terorîstan paqij kirin şa dibin.
Remezan Huseynê 63 salî yê ku li navenda Efrînê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku YPG/PKKyê ev 4 sal in li wan zilm dikir.
Huseyn got ditirsiyan ku serê xwe ji malê dirêjî derva bikin û wiha pê da çû: "
"Wesayîtên me ji me sitandin, malên me hilweşiyan. Zehf zilm li me kirin. Em pir westiyan. Mafê axaftin û parastinê nedidan tu kesî. Kesên ku diaxivîn ji malên wan hildidan û dibirin. Eşkere nebû ku dibirin ku derê. Serê wan winda dikirin. Kurê min ê ciwan winda ye, ji wan revîbû. Ez nizanim li ku derê ye. Xwedê ji Tirkiyeyê razî be. Teyare hatin û ew ji vê derê paqij kirin. Em ji Hîva Sor a Tirkiyeyê û eskerên Tirkiyeyê ra sipas dikin. Em çi bixwazin dikin. Xwedê ji wan razî be."
- "Eskerên Tirkiyeyê ser çavan ser seran ra hatin"
Ebdirehman Nahsanê 72 salî got ku rojê zor ser wan ra derbas bûn û niha rewşa wan baş e.
Nahsan diyar kir ku di rewşeke ewledar da ne ji ber terora ku bi salan e dewam dikirin pereyê wan tunebû ku nanekî ji xwe ra bikirin.
Nahsan got ku li navçeyê hewcedariya wan bi tiştên sereke yên wekî nexweşxaneyê heye û wiha pê da çû: "Leşkerên Tirkiyeyê ser çavan ser seran ra hatin. Çi ji destê me tê em ê ji bo wan bikin. Xwedê leşkerên Tirkiyeyê mihefeze bike. Bi îzna Xwedê em ê bi hev ra rojên bi hizûr derbas bikin. Em li bendê ne ku hewcedariyên me jî werin dîtin."