İbrahim Atmaca
02 Adar 2021•Rojanekirin: 03 Adar 2021
Li Girava Sumatrayê ya Endonezyayê dû û xwelî li ser Çiyayê Agirîn ê Sînabungê ket.
Li gor nûçeya Antaraya ajansa nûçeyan a Endonezyayê serê sibê xwelî û dû ser Çiyayê Agirîn ê Sînabungê ket.
Çiyayê Agirîn xwelî û dû nêzî 3 kîlomêtreyan pekand hewa. Hat gotin ku ji 23yê tebaxa 2020î heta niha di çiyayê agirîn da cara ewil ev qas liviya û xwelî pekand.
Di bûyerê da tiştek bi kesî nehat.
Li Endonezyayê herî dawî di meha rêbendanê da di Çiyayê Agirîn ê Merapiyê yê li Girava Cavayê da teqîn çêbûbûn.