Dinya

Ji Meclisa Nûneran a Amerîkayê nameya bi îdiaya li Tirkiyeyê "îxlalên mafên mirovan û dûrketina ji demokrasiyê"

Elif Irmak  | 02.03.2021 - Rojanekırın : 03.03.2021
Ji Meclisa Nûneran a Amerîkayê nameya  bi îdiaya li Tirkiyeyê "îxlalên mafên mirovan û dûrketina ji demokrasiyê"

Ankara

170 endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji Antony Blînkenê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ra nameyek şand û bang kir ku dema birêvebiriya Bîden polîtîkaya xwe ya der barê têkiliyên bi Tirkiyeyê ra formule dike bila li ser "mijara mafên mirovan" jî bisekine şand.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê da derketin nameya bi dîroka 26ê sibatê ya ku hem ji Komarparêz hem jî ji Demokratan 170 parlementerî îmze kir duh ji raya giştî ra hat eşkerekirin.

Serokê Demokrat ê Komîteya Têkiliyên Karên Derva ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Greg Meeks û parlementerê Komarparêz Mîke McCaul jî ji wan kesan in ku name îmze kirin. Di nameyê da ji bo têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê hat gotin ku "Di têkiliyên me yên dualî da mijarên stratejîk bi awayekî mafdar xwedî girîngiyeke taybet e lêbelê li Tirkiyeyê îxlalên mafên mirovan û dûrketina ji demokrasiyê jî sedema fikaran e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın