03 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Îlon 2019
Amerîka û şirîkê wê YPG/PKKyê li Sûriyeyê perwerde dan 700 terorîstan, ew kes beşdarî refên rêxistinê bûn.
Amerîka bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê piştgiriya lojîstik û perwerdeyê ya dide YPG/PKKyê didomîne.
YPG/PKKya ku bakurê rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye bi piştgiriya Amerîkayê di nav çend mehên dawîn da perwe da 700 terorîstan.
Perwerdeyên ku heta niha li Eyn Îsa û Tel Ebyadê dihatin dayîn, piştî hevdîtinên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê yên ji bo herêma biewle, niha li kampên başûr û rojhilat tên dayîn.
Şêwirmendên eskerî yên Amerîkî li bajaroka Şeddadiyê ya li ser bajarê Hesekeyê, li bakurê navenda bajarê Reqayê û Tabqayê perwerde dan 700 terorîstan. Ev kes beşdarî refên rêxistinê bûn.
Li gor agahiya Fermandariya Hêzên Navend a Amerîkayê (CENTCOM) di perwerdeyê da der barê mijarên ewlehiya navxweyî, tespîtkirin û îmhekirina teqemeniyên desteçêkirî û kontra terorê da agahî tên dayîn.
Ji sala 2015an vir va Amerîka bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê piştgiriya eskerî dide YPG/PKKyê. Li Sûriyeyê Amerîka xwedî 18 baregeh û 2 hezar xebatkar û eskeran e.
YPG/PKKyê ji sê paran parekî Sûriyeyê dagirkeriya xwe didomîne.