ANKARA
Li gor îdiayan di KPSSa 2010an de neheqî hat kirin û tê gotin ku di vê meseleyê de gumanbarê sereke jî Fethullah Gulen e. Dosyeya der heqê Gulen de bi dosyeya bi dosyeya lêpirsîna li ser îdiayên "Di Dewletê de Rêxistina Paralel" ve kirin yek.
Dozgerê Komarê Yucel Erkmanê ku li dosyeya îdiayên neheqiya KPSSê dinihêre, biryar da ku dosyeya Gulen veqetîne. Erkman dosyeya ku veqetand ji Dozgerê Komarê Serdar Coşkun re şand. Coşkun li dosyeya li ser îdiayên "Di Dewletê de Rêxistina Paralel" dinihêre.
Dozger Coşkun dosye bi dosyeya "Di Dewletê de Rêxistina Paralel" ve kir yek.