RAMALLAH
Hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê parlementera filistinî Xalîde Cerrar a ji Eniya Rizgariya Gel a Filistinî binçav kir.
Li gor agahiyan, leşkerên Îsraîlê serê sibê avêtin ser mala Cerrarê û di mala wê de lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê leşkeran Cerrar binçav kir.
Rayedarên Îsraîlê der barê mijarê de hê daxuyaniyeke fermî nedan û nayê zanîn ku Cerrar birine kuderê.
Hat ragihandin ku di girtîgehên Îsraîlê de ji 30î zêdetir parlementer hene. Li gor 'agahiyên ewlehiyê yên veşartî' Îsraîl dikare filistiniyan di navbera mehek û şeş mehan de bigre.