ENBAR
Hat ragihandin hezên Ewlehiyê yên Iraqê di operasyona ku birin ser wilayeta el-Enbarê 3 herêmên di destê DAEŞê de bûn rizgar kir û di şer û pevçûnê de 37 milîtan jî hatin kuştin.
Fermandarê Operasyonên Enbarê Mîrlîwa Qasim el-Muhammedî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Hêzên ewlehiyê bi piştgiriya hêzên ewlekariyê yên navendî, yên herêmî û eşîran ve ji bo rizgarkirina Ramadiya bajarê Enbarê ku di destê DAEŞê de ye operasyoneke berfireh li dar xist."
Muhammedî destnîşan kir ku di operasyonê de el-Bucelîb, Tawî û Zankuraya herêmên Ramadiyê rizgarkirin û hêzên ewlehiyê jî li wê derê tewdîrên berfireh girtin.
Mîrlîwa Muhammedî diyar kir ku di şer de 37 milîtanên DAEŞê hatin kuştin û 5 wesaîtên eskerî jî hatin înfilaqkirin.