NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara şervanên biyanî yên ku tevlî DAEŞê bûn derket 25 hezarî.
Li gor rapora komîteya Konseya Ewlehiyê ya NYê di navbera sala 2014 û adara 2015an da hejmara şervanên biyanî yên ku çûne Sûriyeyê û Iraqê ji sedî 71ê zêde bûye.
Di rapora ku pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kirin da hat destnîşankirin ku di salên dawîn da ji 100 dewletî zêdetir nêzî 25 hezar şervanên biyanî tevlî komên ku bi El-Qaîde û DAEŞê ra têkildar in bûne.
Di raporê da hat diyarkirin ji 20 hezarî zêdetir şervan tevlî DAEŞê bûne û qismek jî tevlî Eniya Nusrayê bûne.
Li gor raporê li Efxanistanê derdora 6 hezar û 500, li Yêmen, Libya û Pakistanê bi sedan, li Somaliyê nêzî sedî û li welatên Sehrayê yên Afrîkaya Bakur û Filipînan jî gelek şervanên çalak hene.
Li gor komîteyê herî zêde ji Tûnis, Fas, Fransa û Rusyayê şervanên biyanî diçin Sûriye û Iraqê, di hejmara şervanên ku ji Maldîvan, Trînîdad û Tabagoyê tên zêde dibe.
Komîteyê di cotmeha 2014an da di rapora ku dabû Konseya Ewlehiyê da destnîşan kiribû ji 80 dewletî zêdetir dewletan nêzî 15 hezar şervanên biyanî çûne Sûriye û Iraqê.