08 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li ser telefonê ya bi Donald Trumpê Serokê DYAyê re bal kişand têkoşîna li dijî PKKê û got ku divê Amerîka piştgiriya PYD û YPGyê neke.
Li gor agahiya çavkaniya Serokomariyê axaftina di navbera Erdogan û Trump pir baş û êrênî derbas bû.
Hat gotin ku axaftina wan 45 deqîqe dewam kir. Di axaftina wan de behsa şirîkatî û hevkariya herdu welatan hat kirin û mijarên herêma biewlehî ya ku ji terorê hatiye paqijkirin, qeyrana penaberan û tekoşîna dijî terorê bal kişand.
Serokê DYAyê Trump di axaftina xwe de got ku ew dixwazin têkiliya Amerîkayê ya bi Tirkiyeyê re pêşva bibin û di mijarên herêmî de bi nêz va hevkariyê bikin.
Serokomar Erdogan ji bo wezîfeya Serokatiyê Trump pîroz kir û behsa hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kir û got ku ew bendêne ku Amerîka di tekoşîna dijî FETOyê de alîkariya Tirkiyeyê bike.
Erdogan bal kişande têkoşîna li dijî PKKê û got ku divê Amerîka piştgiriya PYD û YPGyê neke.
Herdu Serok di axaftina xwe de mutabiq bûn ku di mijara El Bab û Reqayê de divê bi hev ra tevbigerin û hevkariya aboriyê ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê jî bê zêdekirin.
Dîrektorê CIAyê Mîke Pompeo wê ziyareta xwe ya ewil a dervayî welêt de were Tirkiyeyê. Di axaftina Erdogan û Trump de hat gotin ku di ziyareta Pompeo de mijara PYD û FETO di serî de, hin mijarên sereke ên rojevê wê bi rayedarên tirk re bên axaftin.
Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Trump gotin ku ewê di demeke kin de wê hevdu bibînin.