08 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ragihand ku di 169emîn Operasyona Mertalê Feratê ku li bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên terorê berdewam e da di encama operasyonên ku du bi şev bona kontrolkirina Babê hatin lidarxistin da unsûrên Artêşa Azad a Sûriyeyê ku TSK piştevaniya wê dike, girên stratejîk kontrol kirin.
Li gorî daxuyaniya TSKyê, Operasyona Mertalê Feratê ku di 24ê Tebaxa 2016an da li bakurê Sûriyeyê ji bo berterefkirina gefên terorê û xurtkirina ewlekariya sînor û piştevaniya hêzên hevpeymana navneteweyî hatibû lidarxistin, berdewam e.
Di çarçoveya operasyonê da heya niha hezar û 910 kîlomêtroqare ax û 229 deverên xwecihî hatin kontrolkirin.
Di 169emîn roja operasyonê da unsûrên Fermandariya Hêzên Bejayê li 189 hedefên rêxistina terorê DEAŞê dan. Di encama guleagirkirinê da stargeh, kozik, çeper û tesîsên kontrola komûtayê hatin jinavbirin.
Firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî li dijî 65 hedefên DEAŞê operasyona asîmanî li dar xistin. Di encama hemleyê da 58 avahî, avahiya baregehê, 3 ketina tunelan, 2 noqteyên kontrolê û wesayîteke çekpoş hatin jinavbirin.
Firokeyên cengê yên hêzên hevpeymanê li dijî hedefên rêxistina terorê yên li Babê 7 hemleyên asîmanî li dar xistin. Di encama hemleyan da 10 bîna, têketina tunelekê, çeper û wesayîteke zirxpoş hatin rûxandin.
Di pevçûn û hemleyên asîmanî da 58 terorîst hatin kuştin.