Sevim Hatun
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Serokomar Erdogan:
"Dinyayê pir zû Aylan ji bîr kir. Tu carî ji bîr nekin rojekê heman bûyer dibe ku were serê we jî."
"Li gor min ku ewlehiya me herkesî tune be, divê em bizanibin ewlehiya me tu kesî nîne û lazim e pişta xwe nedin vê rastiyê."
"Li dinyayê aliyek di nav luksê de jiyaneke xweş dijî, li aliyê din ê dinyayê birçîbûn heye, hejarî heye, nezanîn heye ev nayê qebûlkirin."
"Ez li hizûra we dubare dikim, dinya ji 5an mezintir e. Dema guhertina nêrîna me, saziyên me, rê û rêzikên me ji zû va hatiye."
"(Çekên nukleerê) Divê an ji bo hemûyan serbest an ji bo hemûyan qedexe bin, em vê pirsgirêkê di çarçoveya edaletê de çareser bikin."
"Li Konseya Ewlehiyê ya NYyê divê em tavhal reformên mayînde ên li gor edalet û heqaniyetê pêk bînin."
"Heta em hişmendiyeke bi heman awayî nêzikî hemî rêxistinên terorê nebin nikarin bo meseleya Sûriyeyê çareseriyeke mayinde bibînin"
"Biryarên derbarê Îsraîlê de yên NYyê, Konseya Ewlehiyê nakevin rewacê. Wisa be gelo NY bi kêrî çi tê? Heke em bi biryarên ku hildidin tesîrê nekin ew ê edalet li ku derê temerkuz bike."
Em talibê wezîfeya Serokatiya Lijneya Giştî ya 75emîn in, me Serokê Komîsyona Karê Derva yê TBMMyê, Serbalyoz Volkan Bozkir namzed nîşan da