Burak Dağ
12 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2025
Artêşa Îsraîlê daxuyand, li bakurê Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî di pevçûnan da 4 eskerên Îsraîlê hatin kuştin, 6 esker jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, li Beyt Hanûna ku dikeve bakurê Xeta Xezeyê û hatiye dorpêçkirin, pevçûn derket û 4 eskerên Îsraîlê hatin kuştin. Hat gotin ji 4 eskeran 3 kes ji Tûxaya Nahalê ne.
Di daxuyaniyê da hat gotin, di heman pevçûnan da 2 jê giran 6 eskerên Îsraîlê jî birîndar bûn.
Ji 27ê Cotmeha 2023yan roja destpêka êrîşên bejayê û heta niha jimara eskerên Îsraîlê yên ku li Xeta Xezeyê di pevçûnan da hatin kuştin, derket 400î.
Li gor daneyên artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va jimara eskerên wan ên hatin kuştin jî derket 835an.