Fatih Gazioğlu
06 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Li Çînê ji ber şilî û lehiyê 19 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya Şîhuaya ajansa nûçeyan, barana gur ya ku li Hifinga navçeya Inşi Tucîa-Mîaoya bajarê xweser ya li ser eyaleta Hubeyê destpêkir piştî demeke din vegeriya lehiyê.
Di lehiyan de 13 kes mirin û 61 kes jî hatin xilaskirin.
Di lehiyên li Yunyanga herêma li ser eyaletra Şiyanê da jî 6 kes mirin û 6 kes jî berze bûn.
Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Wezareta Rêveberiya Rewşa Bilez a Çînê di daxuyaniya xwe ya 12ê tîrmehê da diyar kiribû ku vê havînê 19 milyon û 910 hezar kes ketin ber tesîra lehiyên ku rabûn, 1,3 milyon miron jî ji bo ciyên ewle hatin veguhestin.