Di erdheja Efxanistanê da hejmara miriyan ji 1400î derbas bû

Ankara
Di erdheja bajarê Kûnerê yê li rojhilatê Efxanistanê ya ku şeva yekşemê bi lerza 6an çêbû da hejmara miriyan gihîşt 1411an.
Berdevkê hikûmeta berwext ê Exanistanê Zabîhullah Mucahîd li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, der barê erdheja li bajarê Kûnerê ya ku şeva yekşemê çêbû da agahî parve kirin.
Mucahîd daxuyand hejmara kesên ku di erdhejê da mirin gihîşt 1411an, ya birîndaran jî bû 3 hezar û 124.
Mucahîd ragihand ku di erdhejê da 5 hezar û 412 avahî hilweşiyan.
Ji hêla din va Hîva Sor a Efxanistanê jî daxuyand ku li 3 bajarên li rojhilatê welêt ji 8 hezarî zêdetir avahî hilweşiyane, gelek kes di binê kavilan da mane û xebatên lêgerîn û xelaskirinê jî dewam dikin.
Rayedaran dest nîşan kir ku veguhestina birîndaran ji herêmê dewam dike û ji ber vê yekê hejmara mirî û birîndaran dibe biguhere.
Rayedaran got li hin deveran ji ber şemitîna axê rê hatine girtin, lê ev rê wê ji nû va bên vekirin ku gihîştina deverên zehmet hêsantir be.
- Xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin
Rayedaran daxuyand ku piştî erdhejê ekîbên lêgerîn û xelaskirinê çûn herêmê, bi sedan kes di binê kavilan da asê mane û hewl tê dayîn ku ew bên xelaskirin.
Hat gotin ji ber cihên çiyayî û rewşa hewayê ya nebaş ekîb bi zehmetî xwe digihînin hin gundan, birîndarên ku ji binê kavilan tên derxistin bi firokeyan dişînin nexweşxaneyan.
Li ser daxwaza Efxanistanê ya ji bo alîkariya navneteweyî Hindistan, Swîsre, Çîn û Îngiltere jî di nav da hin welatan eşkere kirin ku ew ê alîkariyê bişînin herêmê.
Di daxuyaniya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) a li ser hesabê medyaya civakî ya şirketa Xê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye hat gotin, 2 hezar kîtên alîkariyê yên ku ji alavên paqijiyê, cilên germ, betanî û amûrên mitbexê pêk tên, ji bo malbatên ku di erdhejê da malên wan hilweşiyane ji herêma erdhejê ra hatine şandin.
- Erdheja li Efxanistanê
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ên Amerîkayê (USGS) roja yekşemê ragihandibû ku navenda wê 27 kîlomêtro rojhilatê bakurê Celalabada nêzîkî sînorê Pakistanê bi lerza 6an erdhej çêbû.
Rayedaran ragihandibû ku ev ji yek wan erdhejên herî mezin e ku li welêt çêbûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.