Li Xezeya ku bi zexta Îsraîlê xela lê rabûye di 24 saetên dawîn da 3 jê zarok 13 kesên din jî ji birçîna mirin
- Li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji birçîna mirin 130 jê zarok derket 361ê

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê xela lê rabûye, hejmara kesên ji birçîna mirin di 24 saetên dawîn da 13 zêde bû û 130 jê zarok derket 361ê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê da der heqê kesên ji birçînamirin daneyên dawîn hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê li Xezeyê mirina însanan a ji ber xelayê didome û her wiha di 24 saetên dawîn da 3 jê zarok 13 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin.
Her wisa hat destnîşankirin ku li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber xelayê mirin 130 jê zarok derket 361ê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.