Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da di 24 saetên dawîn da 76 kes hatin kuştin

Halime Afra Aksoy  | 02.09.2025 - Rojanekırın : 03.09.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da di 24 saetên dawîn da 76 kes hatin kuştin

Istanbul

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ser Xeta Xezeyê yên ji 7ê Cotmeha 2023an û vir va dewam dikin da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetên dawî da 76 kes zêde bû û derket 63 hezar û 633yan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kirin.

Hat daxuyandin di nav 24 saetan da cinazeyê 76 Filistîniyan û 281 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê.

Hat destnîşankirin ku Îsraîlê agirbesta ku di 19yê Çileya Paşîn da kete rewacê xirab kir û di 18ê Adarê da dîsa dest bi êrîşan kir ku di van êrîşan da 11 hezar û 502 Filistînî hatin kuştin, 48 hezar û 900 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di 24 saetên dawî da 12 Filistîniyên ku li benda alîkariyê bûn hatin kuştin, 90 kes jî birîndar bûn.

Her wiha, hat gotin li herêmên qaşo belavkirina alîkariyê yên di bin emrê Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi awayekî sîstematîk êrîşî Filistîniyan tê kirin û ji 27ê Gulanê û vir va di van êrîşan da 2 hezar û 306 kes hatin kuştin, 16 hezar û 929 kes jî birîndar bûn.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin derket 63 hezar û 633an, ya birîndaran jî derket 160 hezar û 914yan.

Hat daxuyandin li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê mecbur kiriye, di 24 saetên dawîn da jê 3 zarok 13 Filistîniyên din jî ji birçîna mirin û hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin jê 130 zarok, gihîşt 361ê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın