Dinya

Deverên li bakurê Iraqê ji terorê hatin paqijkirin

Mehmetçîk li qadên ku tên paqijkirin baregehan ava dikin û nahêlin terorîst derbasî nav welêt bibin.

23.05.2018 - Rojanekırın : 23.05.2018
Deverên li bakurê Iraqê ji terorê hatin paqijkirin

Van

HEWLÊR 

Mehmetçîk operasyonên xwe yên ku 11ê adarê li dijî kampên terorîstên PKKyî bi alîkariya esmanî dabûn destpêkirin bi biryardarî dewam dikin. Mehmetçîk li qadên ku tên paqijkirin baregehan ava dikin û nahêlin terorîst derbasî nav welêt bibin.

Artêşa Tirkiyeyê li Xakûrka bakurê Iraqê piştî ku terorîstên PKKyî paqijkir li herêmên Armûş, Avaşîn Basyan û Kanî Reşê baregeh ava kirin.

Artêşa Tirkiyeyê piştî operasyonên li aliyê bakurê Iraqê va qasî 23 kîlometre cih ji terorîstan paqij kirin.

Mehmetçîkan piştî operasyonan li herêmê hin rêyên nû vekirin û baregehên ku hatibûn avakirin gîhandin hevdu.

Hêzên ewlehiyê di operasyonên ji 11yê adarê vir va dikin da 131 terorîst berterefkirin û gelek teqemenî, muhimat û melzemeyên xwarinê bi dest xistin.

Mehmetçîkên li Baregaha Girê Sera Batînê ya ser herêma Avaşîn Basyanê wezîfedar in şev û roj dijî rêxistina terorê nobetê digirin.

Fermandarê Girê Sera Batînê Serdar Ziyaettîn Atak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku cihê niha ew lê ne bi qasî 2 hezar û 550 mêtro ji behrê bilind e.

Atak got ev der ciyekî stratejîk e û li ser rêya terorîstan e û wiha axivî:

"Herêma Girê Sera Batînê ji 17yê îlonê di sala 2017an vir va ji terorîstan hatiye paqijkirin û di destê me de ye. Di vê operasyonê de 4 esker û gundparêzekê me şehîd ketin. Di operasyonê de me 28 terorîst jî berteref kirin. Me bo hatinçûna baregehê rêyeke qasî 12,5 kîlometre vekir. Şev û roj bi bircên raçavkirinê em herêmê kontrol dikin. Em wekî Tuxaya Hidûd ya 34emîn bona parastina axa welêt û gelê xwe amade ne û li ser wezîfeya xwe ne. Bila gelê me rehet be. Tenê daxwazeke me heye ew jî bila ji me re dia bikin. Em meha Remezanê ya hemû gelê xwe pîroz dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın