Haydar Şahin
06 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê biryarnameya serokatiyê ya hemû mal û milkên Venezuelayê yên li Amerîkayê dide sekinandin îmze kir.
Rêveberiya Amerîkayê ya ku Nîcolas Maduroyê Serokê Venezeuleyê û rêveberiya wî meşrû qebûl nake ji bo mueyîdeyên li dijî Maduro zêde bike gaveke teze avêt.
Qesra Sipî biryarnameya serokatiyê ya dijî Venezuelayê ya ku Trump îmze kiribû weşand.
Di biryarnameya bi navê "Sekinandina Mal û Milkên Dewleta Venezuelayê" hat weşandin da wiha hat gotin: "Hemû mal û milkên Venezuelayê yên li Amerîkayê û berjevendiyên bi wan ra eleqedar in hatin blokekirin, bikarin wan transfer bikin, îxrac bikin, paşda bikişînin û pê bazirganiyê bikin."
Rêveberiya Trump diyar kiribû ku ew ê rêveberiya Venezuelayê hilde "blokaja aboriyê", bi vê gavê pêşî li karûbarên aboriyê yên bi Caracasê ra werin kirin hat birîn.
Wekî mayîn bi vê biryarnameyê va xêncî alîkariya mirovahiyê hemû têkiliyên bi rêveberiya Venezuelayê ra hatin astengkirin.
Hefteya borî Trumpê Serokê Amerîkayê gotibû dibe ku karantîna an jî blokajê bidin ser Venezuelayê.
Rêveberiya Amerîkayê bi eşkeretî piştgiriyê dide Juan Guadîoyê Serokê Meclisa Neteweyî yê ku Nîcolas Maduroyê Serokê Venezuelayê meşrû nabîne û xwe wekî serokê dewletê yê berwext îlan kiribû.
Amerîkayê gelek caran Venezuelaya ku lê kirîza siyasî ya mezin heye bi midaxeleya eskerî tehdîd kiribû.