Dinya

"Dest dan ser 5 milyar dolarê me yê ku pê derman bihata kirîn"

Serokê Venezuelayê Nîcolas Maduro:"Dest dan ser 5 milyar dolarê me yê ku pê derman bihata kirîn. Hikûmet ji bo bêpere xizmetên tenduristiyê bide gelê Venezuelayê hewleke mezin dide."

Türkan Tosun  | 21.03.2019 - Rojanekırın : 21.03.2019
"Dest dan ser 5 milyar dolarê me yê ku pê derman bihata kirîn"

Caracas

Serokê Venezuelayê Nîcolas Maduro got dest dan ser 5 milyar dolarê wan yê ku pê derman bihata kirîn.

Li Venezuelayê bi piştgiriya Çînê li eyaletên Barinas, Lara, Aragua, Anzoatguî û Mîrandayê Navendên Berhevkirina Dermanan a Robotîk vebûn ku li welêt derman bê belavkirin.

Nîcolas Maduro li bajarê Santa Teresayê navendeke wê xizmetê bide vekir û wiha axivî: "Dest dan ser 5 milyar dolarê me yê ku pê derman bihata kirîn. Hikûmet ji bo bêpere xizmetên tenduristiyê bide gelê Venezuelayê hewleke mezin dide."

Maduro got ew li hember êrîşên rêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump gelekî li ber xwe didin.

Maduro anî ziman bi saya van navendan belavkirina dermanan li welêt wê mumkin bibe, bi saya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ew bi Çîn, Rûsya, Hindistan, Îran, Belarus û Tirkiyeyê ra hevkariyê dikin ku dermanan peyda bikin.

Maduro behsa alîkariya mirovî ya mixalefetê ya bi piştgiriya Amerîkayê di 23yê sibatê da ji ser Kolombiyayê wê bigîhandana welêt jî kir û wiha dewam kir: "Alîkariya mirovî? Çi alîkariya mirovî. Ew dixwazin gel bifetisînin, bidin şermê. Lê ew ne dikarin me bifetisînin û ne jî dikarin me bidin şermê. Dixwazî bila baran bibare, dixwazî bila birûsk vede, bi van hewldanan va emê dermanên ku hewcedariya gelê Venezuelayê pê heye temîn bikin. Ez bi Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ra planekê dixim rewacê ku derman bên temînkirin, çêkirin û belavkirin. Emperyalîzma Amerîkayê wê nikaribe qesta tenduristiya gelê Venezuelayê bike, ez vê garantiyê didim we."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.