Önder Beyter
21 Adar 2019•Rojanekirin: 22 Adar 2019
Li Sûriyeyê di êrîşa asîmanî ya dijî gundê El Feqî ku dikeve nava sînorê Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê da ji heman malbatê 5 sivîl hatin kuştin, 5 sivîl jî birîndar bûn.
Li Îdliba Sûriyeyê bi şev li dijî gundê Freyke ku nêzîkî navçeya Cisr eş Şuxûr e û herwiha li dijî gundên Şêx Mistefa, Hemîdiye, Hebît, Psîda, Til Aas û El Feqî êrîşa asîmanî hat kirin.
Li ser hesabên medyaya civakî yên çavdêrxaneya balafiran a mixalifan wiha hat gotin, "Ji baregeha Himeymîmê ya li Lazqiyeyê 6 balafirên şer ên Ûris dora saet 01.00ê rabûn û êrîş kirin."
Li gorî agahiya ku ji çavkavniyên parastina sivîlan hat wergirtin, di êrîşên ku heya destê sibehê dewam kirin da ji heman malbatê 4 zarok û bav hatin kuştin, ekîbên Parastina Sivîlan (Serspî) dayîk ji bin kavil birîndar derxist.
Di êrîşê da ji xeynî vê, 4 sivîl jî birîndar bûn.
Di êrîşên ji beşa û asîman ên rejima Esed û piştevanên wê yên komên terorîst ên ku Îran li pişt wan e yên li dijî şêniyên sivîl ên li "Herêma Kêmkirina Şer a Îdlibê" yên ji serê salê vir va da herî kêm 152 sivîl hatin kuştin, ji 445an zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire.