Cüneyt Karadağ
10 Nîsan 2021•Rojanekirin: 11 Nîsan 2021
Kovara Der Spiegel a Almanî qeyrana protolê ya ku di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a li Enqereyê bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel ra kir da çêbû, anî rojevê û ragihand ku di wê mijarê da sûcê Tirkiyeyê tuneye.
Di nûçeya ku li ser malpera înternetê ya kovarê bi sernavê "Yekîtiya Ewropayê çawa li pêşberî çavê dinyayê reş dibe" da wiha hat gotin: "Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen di dema ziyareta xwe ya Tirkiyeyê da hat xapandin. Kêmasî ya Erdoganê xwediyê malê nebû qisûr di Serokê Konseyê Charles Michel da hebû."
Hat gotin ku sedema qeyrana bûyera protokolê ji ber nelihevkirina Michel û Leyenê çêbû.