Emel Öz
10 Nîsan 2021•Rojanekirin: 10 Nîsan 2021
Li seranserê dinyayê piştî ku şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) derket ji welatên herî zêde di bin tesîra wê da ma yek jî Hindistan e û ji roja ewil ya şewba Kovîd-19ê derket heta niha îro hejmara pêketiyan derket asta herî zêde.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da di 24 saetên dawîn 145 hezar û 384 pêketiyên nû hatin tespîtkirin û hejmara pêketiyan derket 13 milyon û 205 hezar û 926an.
- 794 kes ji ber şewbê mirin
Di 24 saetên dawîn da ji ber şewba Kovîd-19ê 794 kes mirin û hejmara miriyan derket 168 hezar û 436an.
Hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin û paşê jî pak bûn gihîşt 11 milyon û 990 hezar û 859an û tedawiya milyonek û 46 hezar û 600 kesî dewam dike.
Li gor daneyên ku "Worldometers" a malpera înternetê der barê Kovîd-19ê da berhev dike Hindistan li ser rûyê dinyayê ji ber hejmara pêketiyên Kovîd-19ê da di rêza sêyemîn da ye û di hejmara miriyan da jî di rêza çaremîn da ye.
Hat gotin ku li seranserê welêt di 24 saetên dawîn da ji 3 milyonî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.