ANKARA
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş, salvegera Partîya Demokrat a Kurdistanê pîroz kir.
Li gor daxuyaniya ku ji BDPê hat, Demîrtaş, ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re peyameke pîrozbahiyê şand.
Demîrtaş di peyama xwe de got di pevajoyeka ku gelê kurd têkoşîna statuyê dide, hewcedarîya me bi piştevaniyê heye.
Ji bo piştevanî û dostanîya we, rêvebiriya partîya we û hilbijêrên we em bi dil û can we pîroz dikin û bi rêz silav dikin.