21 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku DEAŞa rêxistina terorê li navenda Kerkûkê 3 malbatên tirkmen rehîn girtin.
Parlementerê Hewlêrê yê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Merûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Li gor agahiyên ku hatin destê me DEAŞê li nêzîkî kolana Mihefezeyê ya li navenda Kerkûkê 3 malbatên tirkmen rehîn girtiye".
Merûf diyar kir ku li navenda bajêr tevdîrên ewlehiyê derxistin asta bilind, ketin û derketina bajêr jî hat girtin.
Tê gotin ku piştî ku hêzên ewlekariyê yên li navenda bajêr têrê nekirin ji ber vê ji Silêmeniyê pêşmergeyên din jî hatin û li bajarên dorberê jî ji artêşa Iraqê û Heşdî Şebiyê milîsên şiî hatin tevlî pevçûnan bûn.