Fatih Gazioğlu
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
MOSKOVA
Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê der barê îstifaya Saed Herîriyê Serokwezîrê Libnanê de daxuyaniyek da ku ew ji ber geşedanên li herêmê diqewimin bi 'fikar' in.
Der barê geşedanên li Libnanê ji wezaretê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Moskowa piştî îstifaya Herîrî ji ber geşedanên li Libnanê 'fikar'ê dike û wiha hat gotin:
"Li gor rewşa herêmê ya ku em dibînin, divê hemû hêzên dervayî yên ku li ser Libnanê tesîra wan hene bi polîtikayeke çêker û parêzkar nêzî Libnanê bibin. Em vê teşwîq dikin."
Saed Herîriyê Serokwezîrê Libnanê hefteya borî îstifa kiribû. Herîrî di îstifaya xwe de wekî sedem îtifaqa di navbera Hizbullah û Mîşel Ewn de nîşan dabû.
Hesen Nasrallahê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê jî daxuyaniyek dabû û îdia kiribû ku Herîrî li Erebistana Siûdî ye û hatiye binçavkirin.