Muhammet Kurşun
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Serheng Rob Manning, der barê Minbicê de diyar kir ku ji bo ferq û cudahiya di navbera hêzên eskerî de peywendiya wan û ya Tirkiyê berdewam e.
Manning, di civîna çapemeniyê ya rojane de cewaba pirsên rojnamevanan da.
Li ser pirseke zirar û ziyana sivîlan li Efrînê Serheng Manning wiha cewab da: "Em bi şirîka xwe ya NATOyê Tirkiyê re li herêma Efrînê bi hev re dixebitin. Der barê van bûyeran de agahiya min tuneye."
Der heqê Minbicê de jî, got têkiliya wan û Tirkiyê berdewam e.
Li ser pirsa gelo Amerîka hêzên xwe ji bo îhtimala êrişeke potansiyel li Minbicê dihêle jî got: "Na".
Manning got Amerîka tenê bi Konseya Eskerî ya Minbicê re têkildar e û ew jî li dijî DEAŞê hatiye avakirin.
Berdevkê Pentagonê Serpel Adrian Rankine-Galloway, jî li ser pirsa peyamnêrê AAyê diyar kir ku organîzasyona Konseya Eskerî ya Minbicê sedî 60 ji Ereban û yên din ji Kurd, Tirkmen û Xristiyanan pêktê.
Li ser Efrînê jî wiha axivî:
"Komên Kurd ên li Efrînê ne parçeyek in ji koalîsyona dijî DEAŞê. Em bi komên Kurd ên wê deverê re naxebitin. Em tenê li başûrê Newala Ferata Navîn giringiyê didin şerê DEAŞê. Ew komên li Efrînê bi hêzên Tirkiyê re şer dikin tu têkiliya wan bi koalîsyona dijî DEAŞê re tuneye."