Muhammet Kurşun
03 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
MOSKOVA
Serokê Navenda Herekata Esasî li Serokatiya Sererkaniya Rûsyayê Sergey Rûdskoy ragihand ku dê Minbica di bin kontrola PYD/PKKyê de dewrî Artêşa Sûriyê were kirin.
Rûdskoy, di civîna agahdarkirinê ya Wezaretê de diyar kir ku di hevdîtinên ku berpirsên Wezareta Bergiriya Rûsyayê jî beşdar bûye de rêxistina terorî PYD/PKKyê vekişîna ji Minbicê û derûdora wê qebûl kiriye û dê teslîmî hêzên Esed bike.
Fermandeyê rûs ragihand ku dê rêvebiriya Şamê ji 3ê Adarê pê ve li Minbicê û derûdora wê dest bi meşandina xebatên dewletê bike.
Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik li Balikesirê gotibû, "Pêşiyê DEAŞê hin herêm ji rejimê ra hiştin. Niha jî PYD û YPG hin ciyan ji rejimê ra dihêle. Ev jî îdiayên me yên PYD û DEAŞ carna bi hev ra hereket dikin, piştrast dike. Yanê em dibînin hin hêzên wekî neyar xuya dikin tên cem hev. Vê gavê ji bo Tirkiyeyê mijara sereke Minbic e. Di serî da DYA em dixwazin hêzên koalîsyonê sozên dane Tirkiyeyê bi cî bînin. Em dixwazin hêzên PKK-PYDyê yên li rojavayê Feratê ji wir, yanê ji Minbicê vekişin. Ev soza DYAyê ye daye Tirkiyeyê. Em dixwazin di demeke kurt da ev bi cî were. Em di vê warî da hemû xebatên xwe berdewam dikin."