Elif Orhan
07 Îlon 2018•Rojanekirin: 08 Îlon 2018
TEHRAN
Di danezana hevpar a Lûtkeya Sêalî ya Tirkiye-Îran û Rûsyayê ya bi mijara Sûriyeyê ya ku li Tehrana paytextê Îranê hat kirin de Tirkiye, Rûsya û Îranê destnîşan kir ku ji qeyrana Sûriyeyê re çareseriya eskerî nikarin bînin û dê li gor mutabqata Astanayê li ser rewşa li Îdlibê bisekinin.
Li gor danezanê ev made derketin pêş:
1. Qala kêfxweşiya xwe ya ji ber serkeftinên ku formata Astanayê ji kanûna paşîn a 2017an vir ve bi dest xistin, bi taybetî jî pêşketîna ji bo kêmkirina şîdeta tevahiya li Komara Ereban a Sûriyeyê û piştevaniya ku ji bo ewlehî, aştî û îstiqrara welêt hat dayîn anîn ziman.
2. Teahûda hêzdar û berdewam a ji bo desthilatdariya Komara Ereban a Sûriyeyê, serxwebûn, yekîtî û bihevrebûna axa wê û armanca û prensîbên Şertê NYyê hat destnîşankirin û bal kişandin ku divê her kes hember van rêz bigire. Dubare kirin bêyî ku lê binêrin ka bi destê kî hatiye kirin tu kirin divê van prensîban xira neke. Her cure teşebûsên bin dilqê têkoşîna dijî terorê de li sehayê derxistina rasteqîniyên nû hatin redkirin, biryardariya xwe ya ji bo desthilatdarî û yekîtiya Sûriyeyê û dijîderketina rojevên cudaxwaz ên armanca wan ew e ku ewlehiya neteweyî ya welatên cîran zeîf bike anîn ziman.
3. Li ser rewşa berdest a di sehayê de sekinîn û geşedanên der barê Komara Ereban a Sûriyeyê yên ku piştî civîna wan a dawîn a ku di 4ê nîsana 2018an de a ku li Enqereyê hat kirin qewimîn nirxandin û li gor mutebaqata di navbera wan de hemfikir man ku kordînasyona sêalî bidomînin. Di vê çarçoveyê de li ser rewşa herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê hevdîtin kirin û biryar da ku li gor prensîbên ku li jorê hatin diyarkirin û rihê hevkariya formata Astanayê li ser vê mijarê bisekinin.
4. Biryardariya xwe ya ji bo hevkariya di navbera xwe de ya ji bo ku DEAŞ, EL Nûsra û El Qaîde an jî DEAŞa ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NYyê ve wek terorîst tên binavkirin û hemû kesên bi wan re têkildar, teşebûs û sazî bi temamî ji holê bên rakirin teyît kirin. Destnîşankirin ku di têkoşîna dijî terorê de heke komên terorîst ên ku li jorê hatin diyarkirin ji komên mixalif ên ku tevî rejimê bûne yan jî dê bibin ji hev cuda bên girtin berîgirtina zayîata sivîlan jî tê de gelekî girîng e.
5. Baweriya xwe ya ji bo ji îxtilafa li Sûriyeyê re nikarin ku çareseriyekî bînin û îxtilaf tenê bi pêvajoyeke siyasî ya ku hatiye mizakerekirin dikare xilas bibe dubare kirin. Teyît kirin ku biryardariya xwe ya ji bo ku pêvajoya siyasî li gor biryarên Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê û biryarên bi nimreya 2254 ên Konseya Ewlehiyê ya NYyê bên pêşxistin hevkariya aktîf a di navbera xwe de bidomînin.
6. Biryardariya xwe ya ji bo ku di pêşengiya Sûriyeyiyan de û bi mazûvantiya wan ji bo ku bigihêjin çareseiryeke siyasî hewldanên hevpar bidomînin dubare kirin. Teahûdên xwe yên ji bo avakirina Komîteya Destûra Bingehîn û arîkariya destpêkirina xebatên wê destnîşan kirin. Kêfxweşiya xwa ji bo ya ji ber îstişareyên kêrhatî yên di navbera karmendên wan ên biqidem û Nûner Taybet ê Sûriyeyê ê Sekreterê Giştî yê NYyê de destnîşan kirin.
7. Hewcehiya piştgiriya ji bo hemû hewldanên ku hemû Sûriyeyî dîsa bigihêjin jiyaneke normal û aram û êşên wan bên kêmkirin destnîşan kirin. Di vê çarçoveyê de di serî de Neteweyên Yekbûyî û ajansên mirovî bangî civaka navneteweyî kirin ku arîkariyên mirovî yên îlawe bişînin, fealiyetên paqijkirina mayînên mirovî hêsan bikin, tesîsên sivakî û aborî jî di nav de ji bo ku hêmanên binesaziyê bikin wekî berê û mîrateya dîrokî biparazên arîkariya ku ji bo Sûriyeyê tê kirin zêde bikin.
8. Biryardariya xwe ya ji bo hêsan bikin ku ji hemû Sûriyeyiyên hewcedar re gihana mirovî ya bilez, ewle û bênavber bê pêkanîn, hewldanên hevpar ên armanca wan ew e ku sivîl bên parastin û rewşa mirovî bê başkirin bidomînin.
9. Hat destnîşankirin ku hewcedariya ji bo ku penaber û kesên ku li nav welêt ji cihên xwe hatine kirin bi awayekî ewledar û jidlihatî vegerin cihên xwe yên eslî yên li Sûriyeyê divê şert û mercên hewce bên pêkanîn. Ji bo vê yekê Komîseriya Bilind a Penabaeran a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) û saziyên pisporiyê yên navnetweyî yên din jî di nav de khewcehiya kordînasyona di navbera hemû aliyên ku teref in de hat destnîşnakirin. (Di mijara nirxandina fikra civîna konfaransekî ji bo penaberên Sûriyeyî û kesên ku li nav welêt ji cihên xwe hatine kirin de mutabiq man.)
10. Ji ber pêşketina di fealiyetên Koma xebatê ya ku bi beşdariya pisporên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) û NYyê ji bo berdana kesên hatine radestkirin/revandin, cenaze bên teslîmkirin û kesên winda bên tespîtkirin tê kirin kêfxweş in.
11. Li ser daweta Serokdewletê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtin biryar hat dayîn ku civîna din li Federasyona Rûsyayê bê kirin.
12. Serokdewletên Federasyona Rûsyayê û Komara Tirkiyeyê ji ber ku mazûvantiya Lûtkeya Sêalî ya li Tehranê kir ji dil spasiya Birêz Hesen Rûhaniyê Serokomarê Komara Îslamê yê Îranê kirin.