Nihat Kavşut
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
MUŞ
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî ku qederê 6 meh li zozanan man dagera koçeran ya ji zozanan dest pê kir.
Koçerên ku havînê ji bo çêrandina pezê xwe diçin zozanên li Mûşê piştî serma dikeve dest bi dagera ji zozanan dikin.
Koçer di dagerê da barê xwe li hesp û keran dikin, pezê xwe derdixin rê û derdikevin rêwîtiyeke dûr û dirêj.
Li Tîla navçeya Mûşê koçerên qederê 6 mehan li zozanan man piştî ku serma ket çûn Derecika gundê Mûşê.
Ji koçeran Alî Kiran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em ji Hezexa navçeya Şirnexê hatin û li zozanên Mûşê pezê xwe diçêrînin. Niha jî em ji zozanan vedigerin."
Kiran destnîşan kir di dagerê da bi şev di çadirên vedigirin da dimînin û got ew bi roj jî derdikevin rê.
Alî Kiran diyar kir ji bo heywanên avis telef nebin heywanên xwe li wesayitan siwar nakin û wiha xeber da:
"Wek malbat qederê 3 hezar pezê me hene. Herêma me havînê zehf germ e û çêre û giya kêm e. Loma jî em tên zozanên li Mûşê. Em li zozanên ku kirê dikin qederê 5-6 mehan dimînin. Piştî serma dikeve em dest bi dagerê dikin, ew jî qederê 2 mehan diajo û em vedigerin Hezexê."