19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
BAXDA
Wezîrê Parastina Iraqê Xalid el-Ubeydî diyar kir ku DAEŞ ji sedî 17ê erdê Iraqê kontrol dike.
Ubeydî li avahiya wezaretê ya li Bexdayê daxuyanî da û diyar kir ku yekîneyên artêşa Iraqê kontrola bakurê Ramadiyê ji DAEŞê sitandin, di van rojên pêşiya me da jî ew ê kontrola Mûsil, Selahedîn, Enbar û herêmên din jî ji DAEŞê bistînin.
Ubeydî destnîşan kir ku ji sedî 17ê iraqê di kontrola DAEŞê da ye û ev rêje berê ji sedî 40 bû.
Ubeydî diyar kir ku ji bo leşkerên ku li Naîmiyeya herêma Feluceya bajarê Iraqê di êrîşa teyareyên DYAyê da hatin kuştin lêkolînan bikin komisyonek ava kirin û wiha got: "Di êrîşên ji hewayê da yekê wan subay bi tevahî 9 leşkerên me hatin kuştin."
Ubeydî got ku ji bo xilaskirina Mûsilê pîlanan dikin û ji bo hêzên ewlekariyê yên ku tevlî operasyonê bibin jî bi 600 milyon dolarî çek, techîzat û cebilxane kirîn. Ubeydî destnîşan kir ku pêşmergeyê di operasyonê da wezîfeyeke mezin bikin û hêza pêşmergeyan wek parçeyekê artêşa Iraqê dibînin."