Emrah Akbulak,Bekir Aydoğan
23 Tebax 2022•Rojanekirin: 27 Tebax 2022
Li Dûhoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li gorî sala par kartolên cotkaran danîbûn ji sedî 200 zêde bûn û ji 160 hezar tonî zêdetir kartol hatin berhevkirin.
Kartolên li Berdêreş a navçeya Dûhokê bi piranî tên ajotin têrî herêmê dike û yên mayî jî tên îxrackirin.
Ber û bereketa kartolan gorî tiamên din ên li herêmê îsal digel hişkayî û bêaviyê baştir bû.

Selîm Şabanê li navçeyê cotkarî dikir got ku ew li Deşta Navkoriyê salê li 350 donim zeviyê kartol datîne û wiha domand: "Îsal bereket zêdeye û rojê nêzî 500 pale di van zeviyan da dixebitin. Em kartolên berhev dikin ji bajarên li başûr û nav Iraqê ne ra dişînin. Em dixwazin li bazarên HKIyê jî zêdetir kartolan bifiroşin."
Abîde Omer a ji Eqreyê ku paleyiyê dike û got ku ew tevî mêrê xwe û zarokên xwe di zeviyan da dixebitin û hersal bi dahata ji vî karî debara xwe dikin.
Omerê xwest ku bila HKI zêdetir piştgiriya cotkaran bike û ev jî him wê bi kêrî pale û him, cotkar û him jî aboriya welêt bê.

- Zeviyên ji bo kartolan hat cihêkirin bi qasî 2 qatî zêdetir bû
Berpirsê Kar û Barên Çandiniyê yê Berdêreşê Tehsîn Mihemmed jî destnîşan kir ku par li navçeyê bi qasî 11 hezar donim bo kartol ajotinê hatibû cihêkirin lê îsal li 20 hezar donimî kartol danîn.
Mihemmed diyar kir ku kartolên îsal li navçeyê hatin berhevkirin ji 160 hezar tonî zêdetir in û wiha domand: "Gelek bîr hatin vekirin lewra kartol ji avê hez dike. Ji bo kartol bên parastin nêzî 12 heb embarên me hene. Kartolên li Berdêreşê îsal hatin berhevkirin gorî sala par ji sedî 200 zêde bû."