İbrahim Atmaca
09 Gulan 2019•Rojanekirin: 11 Gulan 2019
Bi dehan Cihûyên tundraw bi polêsên Îsraîlê ra avêtin ser Mescida Eqsayê.
Berdevkê Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê Firas Dibs daxuyanî da û got ku 137 cihûyên tundraw di bin parastina polêsê Îsraîlê da ji Deriyê El-Mexarîbeyê (Fas) yê Mescida Eqsayê ra ketin Harema Şerîf.
Dibs bal kişand ku bi sedan Misilman ji bo meha remezanê li Harema Şerîf bûn û cihûyên tundraw tevgerên provokatîf kirin.
Cimaetên cihû yên tundraw ji bo salvegera 71emîn a avabûna Îsraîlê bang kiribûn ku cihû avêtinên ser Mescida Eqsayê zêde bikin.
Cihûyên tundraw bi polêsên Îsraîlê ra timî dikevin hewşa Mescida Eqsayê. Ev jî li herêmê dibe sedema rageşiyê.
Mescîda Eqsayê li Qudsa Rojhilat e û qibleya ewil a misilmanan e.
Cihû bi îdiaya ku bermahiyên Mabeda Silêman di binê Kulliyeya Mescida Eqsayê da ye, bin kulliyeyê dikolin û îdia dikin ku mafên wan jî heye ew li Herema Şerîf îbadetê bikin.