Türkan Tosun
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
QUDIS
Bi hezaran cihû li Qudsê ji ber roja şînê "Tîşa Beav"ê ya ku ew roj Mabeda Silêman hatiye hilweşandin di bin kontrola polêsan de meşiyan.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFAyê cihû kom kom ewil ber bi bajêr re meşiyan û paşê jî çûn qada ku dîwarê Buraqê lê ye û dia kirin.
Polêsên Îsraîlê ji bo ku cihû bi hêsan bimeşin hin kolan ji çûyîn û hatina trafîkê re girtin.
Komeleyên Mabeda Silêman ji ber roja şînê "Tîşa Beav"ê bangî cihûyan kiribûn û gotibûn bila ew ji deriyên bajarê nû dest pê bikin û heta deriyên bajarê qedîm bimeşin û bikevin Mescida Eqsayê.
Li gor cihûyan Mabeda Silêman mabeda ewil a cihûyan ya li Qudsê ye û di beriya zayînê di sala 586an de li ser fermana qralê Babîlê Nebukadnezar hatiye şewitandin. Cihû îdia dikin ku ev mabed di nav sînorên Mescida Eqsayê de ye. Ji sala 1967an vir va xebatên kolandinê tên kirin lê hê jî nehat piştrastkirin ku ev mabed li vir e.