Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim got ku biryara siyasî hat hildan ku pêşmerge biçin Kobanêyê û tenê rêbazên teknîkî tên muzakerekirin.
Mislim çû serdana Serokê Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê Yûsiv Mihemed Sadiq. Mislim bi parlementeran re jî hat bal hev û piştî ku ji Parlementoyê derket daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Me daxwaziyeke taybet ji Serokê Parlementoyê nekir. Ji bo şopandina pêvajoya ku dimeşe me hevdîtinan kir. Parlementoya Kurdistanê kantonên li Rojavayê nas kir. Ji ber vê jî sipasiya Parlementoyê dikim. Lewra ev biryar girîng e."
- "Çekên ku hatin şandin yên kurdan in"
Mislim ji bo şandina çekên ji Kobanêyê re jî sipasiya Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî: "Çekên ku hatin şandin yên kurdan in. Birayên me yên li vir çekan şandin. Ji bo me, ya girîng gel e. Helbet alîkariya YNK û PDKyê jî çêbûye. Taybetî Barzanî çi ket ser milan kir. Em şahid in ku çiqas hewl da. Em sipasiya hemûyan dikin."
Mislim destnîşan kir ku divê alîkariya çekan dewam bike: "Lewra di destê DÎŞIyê de çekên giran hene. Bi tank û topan êrîşî me dikin. Di destê me çek tunene ku em li berxwe bidin. Niha çekên nû hatin, lê têr nakin. DÎŞIyê zirarê bibîne jî dîsa tê teqwiyekirin. Ji ber vê jî pêwistiya me bi çekan heye. Divê alîkarî zêde bibe."
- Şandina pêşmergeyan a li Kobanêyê
Hevserokê PYDyê Mislim der barê ji ser Tirkiyeyê de şandina pêşmergeyan de jî wiha got: "Ji bo şandin pêşmergeyan biryara siyasî hat hildan. Tirkiyeyê jî qebûl kir. Ev serkeftina kurdan a di warê diplomasiyê de ye. Tenê mijarên teknîkî mane. Divê ev bikeve pratîkê."
- Rewşa li Kobanêyê
Mislim bal kişand ser rewşa dawîn a li Kobanêyê û wiha axivî: "Do jî êrîşên dijwar çêbûn. Bi du wesaîtên bombebarkirî êrîşên xwekujiyê hatin kirin. Ji ber ku li dûr qewimî mirin çênebû. Lê xisareke mezin çêbû. Em nikarin bêjin bi tevahî ji bajêr hatine derxistin, ne jî di nav bajêr de ne. Dikevin bajêr û dertên. Lerwa êrîş dikin û vedikşin."
Mislim li ser pirsa der barê civîna ku li Dihokê bi partiyên kurdan ên Sûriyeyê re pêk hat de jî got ku hevdîtinên bi Koalîsyona Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê (ENKS) û Tevgera Civakî ya Demokratîk (TEV-DEM) re erênî derbas bûn û em ê encam bi dest bixin.