Türkan Tosun
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 23 Nîsan 2018
WASHINGTON
Li Washîngton û New Yorka Amerîkayê 23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî hat pîrozkirin.
Komîteya Beralîkirina Neteweyî ya Tirk û Amerîkiyan (TASC) li Washîngtonê li ber abîdeya Abraham Lîncoln çalakiyek li dar xist.
Di çalakiya pîrozbahiyê de alaya Tirkiyeyê hat vekirin, gelek kesên Tirk û yên biyanî eleqe nîşanî çalakiyê dan.
Di pîrozbahiya li New Yorkê jî şêrînayî dan temaşevan û ziyaretvanan.
Halîl Mutluyê Serokê TASCê di merasima pîrozbahiyê de axivî, behsa îdiayên qirkirina Ermeniyan kir û wiha got: "Em îro bi rehetî dibînin Komkujiya Ermeniyan ya ku dibêjin heye, tune. Lê lobî û medyaya xurt a hin welatan vê çîrokê dibêjin. Eleqeya vê çîrokê û rastiyê tune."
Mutlu bangî Ermeniyan û her kesî kir ku bila dev ji vê xeletiyê berdin û vê çîrokê bawer nekin.