Ahmet Aydın
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
HEWLÊR
Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), bi rûnişteneke awarte, biryara çûna referandûmê di 25 îlonê de, bi piraniya dengan qebûl kir.
Biryara referandûmê ya li HKIyê bi rûniştineke awarte ya ku ji 111 parlementeran 65 beşdar bûbûn, bi ferqeke weke ji sedî 8 qebûl bû. Parlementerên ku beşdarî rûniştinê bûn, dengê 'erê' dan.
Di heman demê de di encama dengdanê de parlementoyê ji bo ku referandûmê di dema xwe de li dar bixe, erk bi Lijneya Bilind a Hilbijartin û Referandûmê spart.
- Goran, Komel, Bizutnewe û ETIyê rûniştin boykot kirin
Hat ragihandin ku Tevgera Goranê, Partiya Civaka Îslamî (Komel), Partiya Tevgera Îslamî (Bizutnewe), Eniya Tirkmenî ya Iraqê (ETI) û Partiya Demokrat a Aşûriyên Fileh rûniştin boykot kirin.