Haydar Şahin
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermizakerevan Omer Çelîk diyar kir ku biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra nêrîneke wisa ye ku dibe derî ji geşedanên nerind ra veke, xebata ji bo zirardayîna peyamana tê pêkanîn hewleke şaş e.
Wezîr Çelîk di hesabê xwe yê Twitterê da daxuyanî da û biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya li ser vekişîna ji peymana nukleerê û zextên di sala 2015an da dev jê berdabûn lêbelê ew ê dîsa li serê Îranê werin pêkanîn nirxand.
Çelîk destnîşan kir ku peyamana li ser xebatên nukleerê yên Îranê bingeheke girîng e û Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî di raporên xwe da dibêje ku Îran li gor peymanê tev digere û wiha axivî: "Amerîkayê biryar daye ku ji peymanê vekişe, lêbelê ev biryar xizmeta tabloyeke ji berê baştir nake."
Çelîk got helwesta Tirkiyeyê ya der barê sîlahên nukleerê da "nêrîna xwediyê standarda herî bilind" temsîl dike, Îngiltere, Almanya û Fransayê daxuyaniya hevpar dan û diyar kirin ku hê li ser peymanê ne.