Zeynep Katre Oran,Mehmet Burak Karacaoğlu
25 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2024
Wezîrê Karên Derva yê hikûmeta berwext a Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî got: "Divê Îran rêzê li îradeya gelê Sûriyeyê, serwerî û yekîtiya axa wê bigire."
Şeybanî li ser hesabê xwe yê Xê bang li Îranê kir ku rêzê li îrade, serwerî û yekîtiya axa Sûriyê bigire.
Wezîr Şeybanî wiha got: "Divê Îran rêzê li îradeya gelê Sûriyeyê, serwerî û yekîtiya axa wê bigire. Em hişyariyê didin Îranê ku bila li Sûriyeyê aloziyê dernexe. Em wê ji encamên daxuyaniyên wê yên dawîn berpirsyar digrin."