İbrahim Atmaca
19 Adar 2018•Rojanekirin: 19 Adar 2018
ANKARA
Warêla nefta Brentê di piyaseyên navneteweyî da bi 65,90 dolarî tê firotin.
Roja înê warêla nefta Brentê bi 65,05 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 66,40 dolarî. Îro serê sibê bi 66,10 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.13an pê va 65,90 dolarî tê firotin. Di heman demê da warêla nefta xam a cureya Teksasa Rojava (WTI) jî bi 62,08 dolarî hat firotin.
Li gor daneyên heftane yên şirketa Baker Hughesê hefteya çûyî hejmara qûleyên sondaja neftê yên Amerîkayê derket 800î. Par di heman demê da hejmara qûleyên sondajê 631 bûn.